Li Hewlêrê deriyên pêsangeha herî mezin ya navneteweyî ya çandinî û pîsesaziyê vebûn

Dîroka Weşanê :
Li Hewlêrê deriyên pêsangeha herî mezin ya navneteweyî ya çandinî û pîsesaziyê vebûn

PeyamaKurd – Îro li paytexta Herêma Kurdistanê, mezintirîn pêşangeha navneteweyî ya taybet bi warên çandinî, xwarin, plastîk û pîşesaziya paketkirinê dest pê kir. Di vê çalakiya berfireh de nûnerên bi sedan şîrketên navxweyî û biyanî amade ne.

Li gorî zanyariyan, ev heştemîn gera vê pêşangeha navneteweyî ye ku tê de 352 şîrket beşdar bûne. Ev kompanya ji 20 welatên cûda yên cîhanê ne, di nav de welatên wekî Tirkiye, Îran, Çîn, Hindistan û çendîn welatên Yekîtiya Ewropayê cih digirin. Tê pêşbînîkirin ku zêdetirî 15 hezar kesên pispor û bazirgan serdana vê pêşangehê bikin.

Hoşmend Mihemed, Berpirsê Rêkxistina Pêşangehê, ji K24ê re diyar kir ku armanca serekî ya vê çalakiyê ew e ku potansiyela Herêma Kurdistanê bide nasîn û pira pêwendiyê di navbera bazara herêmî û cîhanê de ava bike.

Xaleke balkêş a pêşangehê beşdariya bihêz a şîrketên herêmî ye. Ji tevahiya beşdaran, 62 şîrket xwemalî ne û berhemên ku li Herêma Kurdistanê hatine hilberandin nîşan didin. Ev yek derfetek e da ku berhemên çandiniyê û pîşesaziya xurrrrkê yên Kurdistanê bigihîjin bazarên derve û şiyanên xwe li hember şîrketên cîhanî nîşan bidin.

Ev pêşangeh di demekê de tê lidarxistin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê stratejiyeke nû ji bo bihêzkirina binesaziya çandiniyê daye destpêkirin. Di salên dawî de, bi saya hêsankariyên hikûmetê û piştevaniya ji bo karta taybet û cotkaran, veberhênan di vî warî de zêdebûneke berçav tomar kiriye. Pêşangeh wekî gavekî girîng ji bo vejandina pîşesaziya çandiniyê tê dîtin.