PeyamaKurd – Şîrketa Migrosê di 43 navendên belavkirina alavan de 7.875 xebatkaran girt nav kadroyên xwe û kir ku heman karmend ji mafên sendîkayê fêde bibînin.
Lê 141 kes ji ber tevgerên wan yên li dijî qanûn de, ji ser kar hatin derxistin. Migrosê di daxwuyaniya xwe de bi kurtî weha got:
“Em weka şîrketa Migrosê, di şaxa xidayê de xebatên xwe bo daîmî dewam dikin û malên xwe digihînin ber destê civakê. Li 43 navendan xebatên me yên di rêya teşaronan de dewam dikirin û me ji xebatkarên wan 7.875 xabatkaran girtiye nav kadroyên xwe. Bi wan re li dora 45 hezar xebatkarên me dikarin ji mafên sendîkayê fêde bibînin.
Piraniya xebatkarên me ji vê pêngava me razîne û dest bi karên xwe kirine lê hinek ji wan tevgerên xwe yên nerewa dewam dikin. Hinek ji wan nahêlin ku xebatkarên me bixebitin û wan aciz dikin…Lewra em mecbûr man me 141 xebatkarî li gor qanûn ji ser kar derxist.”