Govara LEWerger bi hejmara 6an derket pêşberî hezkiriyên helbesta Kurdî

Govara LEWerger bi hejmara 6an derket pêşberî hezkiriyên helbesta Kurdî

PeyamaKurd - Govara wergerê 'LEWerger' bi hejmara xwe ya 6emîn derkete pêşberî xwenderan.

Govara LEWerger ku bi taybetî helbestên ji zimanên cuda yên cîhanê li Kurdî werdigerîne û ji çar mehan carekê çap dibe, bi Kurmanciya jor û jêr û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.

Hejmara şeşem a mehên Gulan, Pûşper, Tîrmeh û Tebaxê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê tê de cih girtine.

Di nav zimanên ku werger ji wan hatine kirin de Îngilîzî, Ermenî, Swêdî, Fransî, Erebî, Bulgarî, Rûsî, Almanî û hin zimanên din hene.

Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên navdar ên cîhanê li Kurdî hatine wergerandin.

Helbest ji aliyê wergêrên Kurd ên wekî Ciwan Qado, Cansoz Dabo, Rizgar Elegez, Tengezarê Marînî, Azad Ekkaş, Azad Rêbiwar, Mizgîn Savci ve hatine wergerandin.

Komîteya Weşanê ya Govarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H.

Komîteya Weşanê ya Govarê, di pêşgotina hejmara 6an de derketina govarê li hemû hezkiriyên Kurdî  pîroz kir û balê kêşa ser hinek dijwariyên derxistina govarê.

Komîteyê di heman demê de soza domandina çapkirina govarê da xwenderên xwe û got:

"Ta niha bi awayê fermî LEW li ser navê PirtûkaKurdî derdiket, lê belê ji niha pê ve wê bi awayê fermî çend hejmar li ser navê Weşanên NAyê der biçin û ta hingê jî em ê jê re binaxeyeke dîtir a mayînde daynin. Ji bo alîkariya heta niha em spasiya PirtûkaKurdî û ji bo ji vir pê ve jî spasiya Weşanên NAyê dikin."

Edîtorên hejmara 6an jî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Salih Agir Qoserî, Ciwan Qado, Azad Rêbiwar, Seyîdxan Kurij, Mizgîn Savci, Jiyar Homer, Alan Hemo, Micho Weis.