Ûkraynayê li Deryaya Res tankereke petrolê ya Rûsyayê teqand

Dîroka Weşanê :
Ûkraynayê li Deryaya Res tankereke petrolê ya Rûsyayê teqand

PeyamaKurd – Karbidestên ewlehiyê yên Ûkraynayê ragihand ku wan li Deryaya Reş êrîşî tankereke petrolê ya Rûsyayê kiriye û di encamê de keştî hatiye teqandin. Bûyer derengiya şeva Çarşemê pêk hat û tankera bi navê "Daşan" bû armanca êrîşê. Rayedaran da zanîn ku di encama vê operasyonê de, keştiya navborî bi giranî zirar dîtiye.

Li gorî texmînên destpêkê yên derbarê ziyanên êrîşê de, zirara madî ya li tankera Daşanê ketiye derdora 30 milyon dolarî ye. Her wiha hate eşkerekirin ku di dema êrîşê de, keştiyê bi qasî 60 milyon dolarî petrol hilgirtibû û ev yek metirsiya ziyanên aborî mezintir dike.

Ev tankera ku di bin ala Giravên Komorê de xebatên xwe dimeşîne, li gorî agahiyên ajansa Reutersê, wekî beşek ji "fîloya siyê" ya Rûsyayê tê naskirin. Tê îdiakirin ku Rûsya van keştiyan, ku wekî "Keştiya Marshall" jî tên binavkirin, ji bo dûrxistina dorpêçên navneteweyî bi kar tîne. Ev dorpêç ji ber şerê Ûkraynayê ji aliyê Yekîtiya Ewropî, Brîtanya, Kanada, Awistiralya û Swîsreyê ve li ser Moskowê hatine sepandin.