PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê, li Orduyê li navça Unye di dukkana tamîra otoyan de 2 ortaxên hev yên bi navên Oğuzhan Bölükbaşı û Sami Güzel mirî hatin dîtin. Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dikin.
Rûdan, di wexta serê sibê de, li taxa Yunus Emre di dukkana otoyê de çebû. Cîran dîtin ku dereba dukkanê nîv vekiriye û ketin dukkanê. Dîtin ku her dû ortax di dukkanê de, li erdê ne.
Rewşê ji tîma 112an re gotin û dema tîm çûn ciyê bûyerê dîtin ku her du ortax can dane.
Li gor tesbîta ewilî ya tîma tenduristiyê, dibe ku her dû ortax Bölükbaşı û Güzel elektrîkê bi wan girtibe û kuştibe.
Hat gotin ku do seet di 21.00an de, bo otoya Sami Güzel tamîr bikin, bi ortaxê xwe yê Bölükbaşi re, çûne dukkanê. Lêpirsîn dewam dike.