Ahmet Ozer bi Ozgur Ozel re civiya

Dîroka Weşanê :
Ahmet Ozer bi Ozgur Ozel re civiya

PeyamaKurd – Serokê CHPê Ozgur Ozel bi Şaredarê Esenyurt Ahmet Ozer re civiya.

Serokê CHPê Ozgur Ozel li baregeha partiyê bi Şaredarê Esenyurt Ahmet Ozer re civiya. Ozer li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê civînê de daxuyaniyek da. Ozer di peyama xwe de wiha got:

"Berî hin civîn û çalakiyên ku em ê bi Serokê xwe Ozgur Ozel re li dar bixin, em li baregeha xwe civiyan.

Di vê civînê de, me li ser pêşketinên heyî, pêvajoya aştiyê û demokratîkbûnê jî nêrînên xwe parve kirin.

Ev hewldan û diyalogên me bi partiyên siyasî re dê li gorî armanca welatê me ya aştî û demokrasiyê zêde bibin."