Bakirhan pesnê Bahçelî da û ew pîroz kir

Dîroka Weşanê :
Bakirhan pesnê Bahçelî da û ew pîroz kir

PeyamaKurd- Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de pesnê gotinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da ku gotibû, ‘Heke kes neçe ew dê tevî sê hevalên xwe biçe Îmraliyê’ serdana Abdullah Ocalan.

Bahçelî îro got: "Heke ti kes neçe, ez dê sê hevalên xwe bi xwe re bibim û ji bo çûna Îmraliyê û rûniştina li dora maseyê dudiliyê nakim."

Bakirhan diyar kir ku ev gotinên Bahçelî "gelekî girîng û hêjayî pîrozkirinê ne" û wiha axivî: "Gotina wî ya ‘Eger Komîsyon neçe, ez diçim’ nîşana wêrekiya wergirtina berpirsyariyeke dîrokî ye."

Bakirhan bal kişand ser ku ew alîgirê diyalogê û axaftina li ser pirsgirêkan a li ser maseyê ne û abanga Bahçelî ya "Bila em dev ji lîstina sê meymûnan (min nedîtiye, nebihîstiye û nizanim) berdin) jî gelekî di cih de ye.

Bakirhan got ku divê komîsyona li Parlamentoyê rojekê jî winda neke û here Îmraliyê.

Hêjayî gotinê ye, herî dawî PKKê ragihand ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hêzên wan ji devera Zapê ya Başûrê Kurdistanê vekişiyane ku egera pevçûnan li wir hebû.