PeyamaKurd- Li Îranê, piştî demeke dirêj a ziwahî û kêmbûna avê, baranên ku dest pê kirin, li rojava û başûrê welêt bûn sedema rabûna lehiyê.
Li bajarên Abdanan û Dehlûran ên girêdayî parêzgeha Îlamê, ligel bajarên Şuştar û Mescîd-î Silêman ên parêzgeha Xûzîstanê lehî rabûn.
Midûrê Giştî yê Rêveberiya Krîzê ya Parêzgeha Îlamê Alî Mihemed Pakdelnejad ragihand ku li herêma Hazarani ya Abdananê, nêzîkî 40 mal di bin avê de mane, mal bi heriyê tije bûne û nêzîkî 90 malbatan zirar dîtine û xelk bo deverên ewle hatine veguhestin.
Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku ziwahî û germbûna rekor kapasîteya axê ya ragirtina avê kêm kiriye, lewma baran li şûna bidawîkirina kêmbûna avê dibin sedema lehiyan.
Ji ber ku Îran di serdema ziwahiyê ya herî dijwar a 60 salên dawî re derbas dibe, asta avê li barajên Tehran û herêmên rojava û bakur-rojava gehiştiye asteke krîtîk. Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan jî hişyarî dabû ku eger baran neyê, dibe ku neçar bimînin ku Tehranê vala bikin.