Barrack sertê vegera Tirkiyê bo bernameya F-35 eskere kir

Dîroka Weşanê :
Barrack sertê vegera Tirkiyê bo bernameya F-35 eskere kir

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkî yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Sûriyê Tom Barrack, şertê ku Tirkiye dîsa tevlî bernameya balafirên şer ên F-35 bibe eşkere kir.

Barrack diyar kir, "Li gorî qanûna Amerîkî, ji bo ku Tirkiye vegere bernameya F-35, divê êdî pergala parastina hewayî ya S-400 ya Rûsyayê bi kar neyne an jî ne xwediyê wê be."

Her çend bernameya F-35, ku Tirkiye berî çend salan jê hatibû derxistin, bûye çîrokeke bêdawî, lê daxuyaniyek nû ji Balyozê Amerîkî yê li Enqerê, Tom Barrack, hat û şertê Washingtonê ji bo ku Tirkiye dîsa tevlî bernameya F-35 bibe eşkere kir.

Daxuyaniya "F-35" a Barrack

Barrack got ku divê Tirkiye pergala parastina hewayî ya S-400 ya Rûsyayê bi kar neyne an jî ne xwediyê wê be.

Barrack her wiha got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Tirkiyeyê re li ser daxwaza wê ya ji nû ve tevlîbûna bernameya F-35 û xwedîbûna sîstema parastina hewayî ya S-400 a çêkirî ya Rûsyayê nîqaşan didomîne."

"Divê Tirkiye êdî sîstema S-400 negire."

"Li gorî qanûna Amerîkî, ji bo ku Tirkiye dîsa tevlî bernameya F-35 bibe, divê êdî sîstema S-400 bi kar neyne an jî negire. Têkiliya erênî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomar Recep Tayyip Erdogan de ji bo hevkariyê hawîrdorek nû afirandiye."