PeyamaKurd – Li bajarê Antalya li navça Kepezê li taxa Husnu Karakaşê seet di 15.00an de, birayê bi navê Mehmet Emin Uluğtekin di baxçê sîta birayê xwe de li benda birayê xwe ma.
Dema birayê wî Vedat Uluğtekin û jinbira wî ya birayê dinê ya bi navê Zöhre Uluğtekin bi ereba xwe ketin nav sîtê, bira Mehmet Emin bi demançê li birayê xwe xist. Bi demançê li serî, sitû û zikê wî xist. Jinbira wî Zöhre Uluğtekin jî ji sitû û çena xwe birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û Vedat Uluğtekin birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Mehmet Emin Uluğtekin ji ciyê bûyerê reviya, demança xwe avêt nav deryayê û teslîmî Navenda Polîs ya Kepez Halê bû.
Sedema kuştinê nehat fêmkirin lê polîs li ser bûyerê lêpirsîna xwe dewam dike.