Di limêja sibê de di mizgeftê de qirika yekî jêkir û kuşt

Dîroka Weşanê :
Di limêja sibê de di mizgeftê de qirika yekî jêkir û kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Balikesir a Tirkiyê li navça Karesi li taxa Yeniköyê kesekî ku nûh bi şertê kontrola edlî ji zîndanê serbest hat berdan û di mizgeftê de xizmeta giştî dikir, di limêja sibê de, wexta kesê bi navê H.M. çû mizgeftê, ket ber êrîşa wî.

Li gor xebera ku di rojnama Gönen Yeni Gündemê de hat belav kirin; kesê xizmetkarê mizgeftê ku bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, di nav mzgeftê de bi kêrê êrîşê H.M. kir û gewriya wî bi kêrê birî.

H.M. di nav mizgeftê de can da û kujer ji mizgeftê reviya. Hat gotin ku di navbera kujer û yê kuştî de hevnasîn, dijminahî an pirsgirêk tinene. Piştî bûyerê kujer reviya.

Hêzên asayîşê herêmê xistin bin dorpêçê kujer girtin. Xelkê herêmê bi gazinin bê çima kesekî ji zîndanê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan, di mizgeftê de wezîfedar kirine.