PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Pencabê de di encama minibus û otobusekî li hev ketin de 14 kes mirin û 16 kes birîndar bûn.
Li gor rojnama Downê; qeza li devera Toba Tek Singhê qewimî û di otobusê de sporvanên zankoyê hebûne. Qeza bi sedema ku erebeyekî xwest di çepê ereba pêşiya xwe de ji romorkê derbas bibe çêbû.
Di qezayê de 9 kes li ciyê qezayê û 5 kes jî di wexta birin nexweşxanê an li nexweşxanê mirin. 16 rêwî jî li nexweşxanên der û dorê tedawî dibin.