PeyamaKurd – Li Pakistanê li bajarê Lahore di bodrûma otêlekî de agir bi pêket û di encamê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn. Ji otêlê 180 kesên muşterî û xebatkar tehliye kirin.
Beşa xizmeta giştî ya Punjapê ragihand ku di bodrûmê de şewat derketiye, xebata vemirandina agir qediyaye û rewşê kontrol kirine.