DYA: Em piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî dikin ku mafên Kurdan dê tê de misoger bin

Dîroka Weşanê :
DYA: Em piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî dikin ku mafên Kurdan dê tê de misoger bin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nexşerêya xwe ya bo pêşeroja Sûriyeyê aşkera kir. Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve, Minyon Houston, di hevpeyvînekê de ragihand ku armanca Washingtonê avakirina Sûriyeyeke "yekgirtî û aram" e ku divê tê de rêz li nasname û çanda Kurdan were girtin.

Houston destnîşan kir ku Amerîka naxwaze Sûriye were parçekirin, lê di heman demê de tekez kir ku parastina mafên Kurdan hêmaneke bingehîn ê vîzyona Serok Donald Trump e.

Houston her wiha piştrast kir ku Washington navbeynkariyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de dike da ku diyalogeke siyasî pêk were.

Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî daxwaza dirêjkirina agirbesta li herêmê kir da ku girtiyên DAIŞê bi ewlehî bo Iraqê werin veguhastin.