PeyamaKurd – Amerîka bernama İHA û fuzeyan ya Îranê kir hedefa xwe û li Îranê û Venezuelayê 10 kes û dezgeyan xist nav lîsta reş ya givaşê. Biryar bo tehdîdên li ser berjewendiyên Amerîkayê hat dayîn.
Wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê bo destekê dane İHAyên Îranê, şîrketekî Venezuelayî û 10 dezge û kesên destekê didin bernama İHA û fuzeyan ya Îranê, ew xist nav lîsta reş. Wezaretê got ku ew kes û dezge bo berjewendiyên DYAyê tehdîd in,
Navên kes û dezgeyan nehat dayîn lê ji ber destekê didin bernama Îranê, di lîsta dorpêçê de ne û di pêşde wê navên wan bên ragihandin.