Fransayê êrîşên ser Kurdan şermezar kir: Em hewl didin diyaloga Şam û HSDê pêk bînin

Dîroka Weşanê :
Fransayê êrîşên ser Kurdan şermezar kir: Em hewl didin diyaloga Şam û HSDê pêk bînin

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku ew ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Desthilata Demkî ya li Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de di nava hewildanan de ne û êrîşên dijî sivîlan şermezar kir.

Fransayê destnîşan kir ku "Peymana 10ê Adarê" ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyeyê û dabînkirina aramiya herêmê xaleke bingehîn û cewherî ye.

Herwiha Parîsê agirbesta li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wekî gaveke erênî nirxand û bang li hemû aliyan kir ku ji bo parastina jiyana sivîlan û aramiya giştî berpirsiyar bin.Fransayê diyar kir ku ew ligel Amerîkayê di nav hewldanan de ne ku rêya dîyalogê di navbera HSD û Şamê de xweş bikin.

Hate diyarkirin ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şera re axiviye û daxwaza kêmkirina rageşiyê jê kiriye. Fransa bi koordîneya Amerîkayê re dixebite da ku rê li ber şerekî nû bigire û tekez dike ku divê maf û ewlehiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bêne parastin.