Li navça Bozhewayê tupa gazê ya metbexê teqiya: 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Li navça Bozhewayê tupa gazê ya metbexê teqiya: 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navça Bozhewayê (Bozova) tupa gazê ya metbexa malê teqiya û di encamê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Dema tup teqiya, agir bi metbexê ket.

Kesên di teqînê de can dane ji xelkê Sûriyêne lê nehat zanîn bê Kurdin an Ereb in. Kesên can dane; Zeyneb Şêxo, neviyên wê Elîf Şêxo (11) û bebeka bi navê Arif Şêxo ne.

Berfîn (11), Muhammed (10), Weyso û Remezan Şêxo (36) birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Bozhewayê.

Teqîn ber destê êvarê li taxa Yavuz Sultan çêbû. Malbat dema xwarina xwe ya şîvê çêdikirin, di encama teqîna xazê de çêbû. Agir bi metbexê ket û cîran agahiyê dan îtfaiyê. Îtfaiye çû malê û agir vemirand.

Li ser bûyerê parêzgeriya bajarê Rihayê daxwuyanî da û encama li jorê parvekir. Bo miriyan sersaxiyê xwe û bo birîndaran jî şîfayê xwest.