Fransayê ji bo Helebê banga agirbest û "vekişîna bi rûmet" kir

Dîroka Weşanê :
Fransayê ji bo Helebê banga agirbest û "vekişîna bi rûmet" kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Fransayê derbarê şerê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê daxuyaniyeke fermî weşand û daxwaz kir ku hemû alî tavilê vegerin agirbestê.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê diyar kir ku rewşa mirovî ya li herêmê giran e û divê ji bo gihandina alîkariyên bijîşkî û xwarinê korîdorên mirovî werin vekirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêwîstiya vekişîna "birûmet" a şervanên Kurd ji bajêr û hat destnîşankirin ku Parîs di vê mijarê de bi Amerîkayê re di nava hevkariyê de ye da ku aramî di "çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî û piralî" de pêk bê.