PeyamaKurd – Gelê Îranê li bajarê Kerec ku dikeve nêzî Tehranê, avêt ser şaredariyê, agir berdayê û li Tehranê jî agir berda mizgefta El-Rasul. Çalakvan Hamaney xistin hedefa xwe û jê re mirinê xwestin.
Hamaney do di daxwuyaniya xwe de gotibû ji serhildêran re tolerans tine û Îran ji kiryarên xwe paşde gav navêje.
Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatên Kurdistanê dewam dikin û ji 28ê.12.2025an heya niha 50 çalakvan û 15 hêzên asayîşê mirine.
Li aliyê dinê kurê Şah Riza Pehlewî, Riza Pehlewî xwe amade dike car din dagere Îranê, destekê dide çalakvanan û dixwaze bibe şahê Îranê weka bavê xwe li xelkê tade û zilmê bike.
Hêzên asayîşa Îranê, heya niha 2.311 kesan xistiye bin çav.
Îran û sofiyên serpereştên Îranê weka her carê Îsraîlê û DYAyê sûcdar dike û dibêje her fitne ji aliyê her dû dewletan de dertê.