PeyamaKurd – Li gorî daneyên Radyoya Artêşa Îsraîlê, bicîhbûna leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Rojhilata Navîn vê hefteyê gihîştiye asta herî bilind a heşt mehên dawî.
Ev kombûna leşkerî ya mezin s ku bi serdana Fermandarê CENTCOMê General Brad Cooper a bo Tel Avîvê re hevdem e, wekî amadekariyeke mihtemel a ji bo operasyoneke berfireh a li dijî Îranê tê nirxandin.
Tevî vê liv û tevgera leşkerî, rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlî diyar dikin ku hîn "koordinasyoneke operasyonel" a rasterast li dijî Tehranê dest pê nekiriye û her tişt bi biryara Serok Donald Trump ve girêdayî ye.
Wezareta Derve ya Amerîkayê jî tekez kir ku biryara her cure destêwerdanê leşkerî bi tenê di destê Trump de ye.
Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan hişyariyeke tund da û ragihand ku Îsraîl bi her awayî li derfetekê digere da ku êrîşî Îranê bike. Tehranê jî di bersiva vê kombûna leşkerî de ragihand ku ew di asta herî bilind a hişyariyê de ne û her êrîşek dê bibe sedema "şerê tevahî".