PeyamaKurd – Li Japonyayê li eyaleta Kumamotoyê li Çiyayê Asoyê helîkoptera ku ji radarê wenda bûbû, hêzên lêgerînê û rizgarkirinê xwe gihandin enqaza wê û niha li sê kesên ku di helîkopterê de bûn digerin.
Li gor polîsê Kumamotoye; enqaza helîkopterê, li gor wexta wê derê, seet di 16.10an de, nêzî kratera Nakadake dîtine.
Polîs ragihandiye ku li pîlotê Japonî û 2 geştiyarên Taywanî ku di helîkopterê de bûn, lêgerîna wan dewam dike û vîdeoyekî aîdê wexta qezayê ya ne profesyonel xistine dest.
Helikopter dema seet di 10.52an de bi hewa ketibû, seet di 11.00an de pêre têkilî qut bûbû û di wexta ku wê helikopter dageriya pîsta xwe, di wextê de danegeriyabû.