Hemasê kuştina berdevkê xwe Ebû Ubeyde ragihand

Dîroka Weşanê :
Hemasê kuştina berdevkê xwe Ebû Ubeyde ragihand

PeyamaKurd- Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê kuştina Berdevkê berê yê Tuxaya Qesamê Ebû Ubeyde ragihand.

Artêşa Îsraîlê 31ê Tebaxê ragihandibû ku di êrîşekê de Berdevkê Hemasê Qesamê Ebû Ubeyde li bajarê Xezeyê hatiye kuştin. Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Israel Katz, 31ê Tebaxa 2025an li ser hesabê xwe yê Xê gotibû: "Ebû Ubeydeyê berdevkê Hemasa terorîst li Xezeyê hat kuştin" û hêzên ewlehiyê pîroz kiribû.

Hemasê jî îro 29ê Kanûnê ev nûçe piştrast kir. Ebû Ubeyde wekî kesayeteke gelekî girîng ê baskê leşkerî yê Hemasê dihat naskirin.