PeyamaKurd- Berpirsê Hamasê yê Xezeyê Xelîl el-Heya, bi peyameke vîdyoyî piştrast kir ku fermandarê Tuxayên Îzeddîn el-Qessam Raed Saad, di êrîşeke Îsraîlê de hatiye kuştin.
Xelîl el-Heya, îro Yekşemê piştrast kir ku fermandarê baskê çekdar ê Hemasê, Îzeddîn el-Qessam, Raed Saad, yek ji 5 kesên ku di êrîşa Îsraîlê ya doh de hatine kuştin e.
Heya got: "Li ber çavan girtina binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê, di nav de kuştina fermandarekî Hemasê ku doh pêk hat, em bang li navbeynkar û bi taybetî rêveberiya DYA'yê û Serokê DYA'yê Donald Trump, ku garantorê sereke yê peymanê ne dikin ku Îsraîlê neçarî bicihanîna peymana agirbestê bikin."