Êrîseke çekdarî li ser hêzên ewlekariyê li Îdlibê: 4 kustî

Dîroka Weşanê :
Êrîseke çekdarî li ser hêzên ewlekariyê li Îdlibê: 4 kustî

PeyamaKurd – Çar endamên Hêzên Ewlekariyê yên Navxweyî li bajarê Maarat el-Numan ê li gundewarê Îdlibê yê Sûriyeyê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ve hatine weşandin, li Maarat el-Numan, bajarekî girîng ê stratejîk li devera gundewarî ya başûrê parêzgeha Îdlibê, demjimêrên aloz derbas bûn.

Komên çekdar ên nenas gule li endamên Hêzên Ewlekariyê yên Navxweyî yên Sûriyeyê reşandin. Çavkaniyên fermî piştrast kirin ku çar karmendên ewlehiyê li cihê bûyerê mirine.

Li gorî agahiyan, kesê pêncemîn ku di êrîşê de birîndar bûbû, tê dermankirin.

Operasyonek ji bo girtina êrîşkaran hatiye destpêkirin.