PeyamaKurd – Zêdebûna hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê û peyamên tund ên Donald Trump, her du welat ber bi qonaxeke nû û xeternak ve birine.
Pisporên leşkerî diyar dikin ku di rewşa êrîşeke mihtemel a Amerîkayê de, Îran dê li şûna şerekî klasîk, stratejiyeke "nehevseng" bişopîne.
Stratejiya Tehranê li ser sê stûnên sereke ava dibe: Yekem, zexta li ser bazirganiya deryayî û Tengava Hurmuzê da ku bi rêya mayîn û dronan lêçûnên enerjiyê li cîhanê bilind bike. Duyem, bikaranîna "hêzên wekîl" ên li Iraq, Yemen û Sûriyeyê da ku baregehên Amerîkayê bikin armanc. Sêyem, zêdekirina şerê sîber. Lê belê, qelsiya navxweyî ya rejîmê û windakirina rewabûnê piştî xwepêşandanên dawî, kapasîteya Pasdarên Şoreşê ya ji bo seferberkirina civakê kêm kiriye. Li aliyê din, Washington hîn jî xwedî "armanceke dawîn" a zelal nîn e, ku ev yek metirsiya pevçûneke dirêj û nediyar zêde dike.