Îngilistan, Fransa, Almanya, Trump li ser Ukraynayê axivîn

Dîroka Weşanê :
Îngilistan, Fransa, Almanya, Trump li ser Ukraynayê axivîn

PeyamaKurd - Hewldanên dîplomatîk ji bo bidawîkirina şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de civînek girîng pêk hat.

Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Şansolyerê Almanya Friedrich Merz bi rêya telefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser hewldanên derbarê plana aştiyê ya Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de axivîn.

Daxuyaniyên ku ji hêla welatên E3 (Îngilistan, Fransa û Almanya) ve derbarê civînê de hatine weşandin, diyar kirin ku "hewldanên navbeynkariyê yên rêveberiya Trump ji bo avakirina aştiyek xurt û mayînde li Ukraynayê têne pêşwazîkirin."

Daxuyaniyek ji hêla Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê ve hat weşandin, got, "Xebata dijwar li ser plana aştiyê berdewam dike û dê di rojên pêş de jî berdewam bike. Serokan li hev kirin ku em di kêliyek krîtîk de ne ji bo Ukraynayê, ji bo gelê Ukraynayê û ji bo ewlehiya hevpar a herêma Euro-Atlantîk."