PeyamaKurd- Medya Îranê îdîa kir ku hêzên deryavaniyê bi hinceta mazota qaçax hilgirtiye li Kendava Omanê keştiyeke tankêr desteser kirine û18 karmendên tankerê yên biyanî jî hatine girtin.
Medya Îranê roja Şemiyê ragihand ku di nav wan ên hatine desteserkirin de kaptanê tankerê jî heye û hat gotin ku di tankerê de 6 mîlyon lître mazota qaçax heye.
Ajansa nûçeyan a nîv-fermî Farsê daye xuyakirin ku karmend ji Hindistan, Srî Lanka û Bengladeşê ne û gelek binpêkirin kirine, di nav de "guhnedana fermana rawestandinê, hewldana revê û kêmasiya belgeyên navîgasyon û barhilgirtinê".
Îran îdia dike ku ew keştiyan li Kendavê desteser dike û dibêje ew neqanûnî mazotê digihînin.
Li aliyê din tê îdiakirin ku Îran bixwe wî karê qaçaxçîtiya sotemeniyê dike bi navê desteserkirina keştiyan jî rewa dike.