PeyamaKurd – Iraqê ragihand ku gaza xwezayî ya ji Îranê diçû Iraqê daye sekinandin. Ji ber Iraqê gaza Îranê qut kir, sîstema elektrîka Iraqê di navbera 4 hezar heya 4500 megavatê kêm kiriye.
Ragihandina agahiyê ji aliyê wezareta elektrîka Iraqê de hat kirin. Ajansa fermî ya Iraqê INA binkeya nûçeya xwe bir ser wezareta elektrîkê ya Iraqê û got wezareta elektrîkê gazê bi temamî daye rawestandin.
Wezaretê ragihand ku bi wezareta petrolê re bi koordinasyon li alternatîvan geriyane da santralan bixebitînin, santralan xwedî kirine û hilberîna elektrîkê xistine bin kontrolê.
Li Iraqê hilberîna elektrîkê ya ku tekirin, 1/3a wê bi gaza ku ji Îranê tê kirin tê kirin.