PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê êrîşeke bi droneyan li ser bajarokê Yater li parêzgeha Nebatiyeyê li başûrê Lubnanê pêk anî.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Lubnanî de, wesayîtek li Yaterê, nêzîkî sînor, ji aliyê droneke Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin.
Rayedarên Lubnanî hîn daxuyaniyek derbarê êrîşê de nedane.
Di vê navberê de, artêşa Îsraîlê diyar kir ku du êrîşên hewayî yên cuda li ser Yaterê hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku di êrîşan de endamên Hizbullahê bûne hedef. Vîdyoyên ku li ser medyaya civakî belav dibin nîşan didin ku karwanek hatiye hedefgirtin.