Îsraîlê li Lubnanê êrîsî kampa penaberan kir

Dîroka Weşanê :
Îsraîlê li Lubnanê êrîsî kampa penaberan kir

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê di êrîşeke hewayî ya li ser kampa penaberan a Filistînî ya Eyn el-Hilva li başûrê Lubnanê de 13 kes kuştin û gelekên din jî birîndar kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA, artêşa Îsraîlê êrîşeke hewayî li ser kampa penaberan a Filistînî ya Eyn el-Hilva li bajarê Sidonê pêk anî.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê, ku Mizgefta Xalid ibn el-Welîd a li kampê hedef girtibû, dengê çekan hatiye bihîstin û ambulans gihîştine wir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrîşê de 13 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê berpirsiyariya êrîşa li ser kampa penaberan a Filistînî ya Eyn el-Hilva li bajarê Sidonê li başûrê Lubnanê girt ser xwe.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku kampa penaberan a Filistînî baregeheke perwerdehiyê ya Hamasê bû û di êrîşê de endamên Hamasê bûne hedef.