Di navbera Mesûd Barzanî û Mazlum Abdî de hevdîtina dîrokî pêk hat

Dîroka Weşanê :
Di navbera Mesûd Barzanî û Mazlum Abdî de hevdîtina dîrokî pêk hat

PeyamaKurd  – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li bajarê Duhokê fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Abdî qebûl kir. Di hevdîtinê de serokê ENKSê Mihemed İsmail, siyasetmedar Osman Baydemir û ji Rojava rayedar hebûn.

Heyeta Rojava bi sedema lidarxistina Foruma li Rojhilata Navîn Aştî û Asayîşê, fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Abdî, seroka daîra pêwendiyên derve Îlham Ahmed û heyeta Rojava hebûn. Baregeha Barzanî li ser mijarê got:

“Di civînê de serok Barzanî pêşwaziya heyeta mêvan kir û serok razîbûna xwe ya bo tevlîbûna forumê ya heyeta Rojava ragihand. Endamên heyetê bi sedema rola serok Barzanî ya di parastina mafê Kurdistanê de sipasiya serok Barzanî kirin.”

Paşî teref li ser rewşa Sûriyê û herêmê dan û sitendina ramanan kirin û serok Barzanî got ku divê mafên Kurdan nên îhlalkirin. Barzanî got ku divê pirsgirêka Kurd di nav Sûriya nûh de, di çarçova demokrasiyê û aştiyane de çareser bibe, divê xetayên berê bên sererastkirin û tekrar nebin.

Barzanî got ku divê di navbera teref û hêzên Kurd yên siyasî de lihevkirin, sebir û yekîtî hebe û mafên Kurdan nê îhlalkirin.

Di hevdîtinê de fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Abdi ji bo serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo ew dawet kirine forumê, sipasiya wî kir. Abdî got:

“Serok Barzanî di navbera terefên Rojava de bo nêzîkbûn û yekîtiyê, gelek hewl da. Di salên borî de Herêma Kurdistanê deriyê xwe bo Rojava vekir, wan hewand û destekê da ku teror li Rojava têk here û em desteka wan bi razîbûn qebûl dikin.”

Talûka IŞİDê ya derketina ji nûh de û pêvajoya aştiya li Tirkiyê û desteka wê di rojeva wan de bûn.