Ji Tirkiyê sînyala operasyonê bo HSDê: Şam bixwaze em ê piştgiriyê bidin

Dîroka Weşanê :
Ji Tirkiyê sînyala operasyonê bo HSDê: Şam bixwaze em ê piştgiriyê bidin

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê (MSB) derbarê hevdîtinên entegrasyonê yên di navbera hikûmeta veguhêz a Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de daxuyanî da.

MSB da zanîn ku ew ji nêzîk ve pêvajoyê dişopînin û diyar kir, eger hikûmeta Sûriyeyê ji bo yekîtiyê gav biavêje, ew dê piştgiriyê bidin wê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em bi hikûmeta Sûriyeyê re di çarçoveya prensîba 'Yek dewlet, yek artêş' de hevkariya nêzîk didomînin û pêvajoya entegrasyonê ji nêzîk ve dişopînin."

Herwiha hate bibîrxistin: "Eger hikûmeta Sûriyeyê ji bo yekîtî û yekparçeyiya xwe biryara wergirtina înîsiyatîfekê bide, Tirkiye dê piştgiriyê bide wê."