PeyamaKurd- Çûnûhatina geştiyar û barhilgiran a bi ser Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl ê navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, piştî demekê cardin asayî bû.
Rêveberiya Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl îro 31ê Kanûnê ragihand: “Em xelkê xwe yê hêja agahdar dikin ku ji ber rewşa nalebar a keş û hewayê û barîna befrê li deverên sînorî yên Tirkyeyê, hindek cade û rêk hatine girtin û çûna timbêlên geştyarî û barheligran ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê li Deriyê Xabûr yê Tirkiyeyê bo heyameke demkî hatiye ragirtin.”
Piştî demekê hate ragihandin ku çûnûhatina deriyê sînorî asayî bûye.