Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê pistî serdana Ocalan ji Îmraliyê vegeriya

Dîroka Weşanê :
Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê pistî serdana Ocalan ji Îmraliyê vegeriya

PeyamaKurd- Şanda Komîsyona Hevgirtina Neteweyê, Biratî û Demokrasiyê Parlamentoya Tirkiyeyê îro 24ê Mijdarê li Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan kir ku zêdetirî 25 salan e li wir girtî ye.

Hate zanîn ku serdan bi helîkoptereke taybet bo Îmralîyê hatiye kirin û di şandê jî Cîgira Serokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Feti Yıldız û ji AK Partiyê jî parlamenterê Hatayê Huseyin Yayman cî girtine.

Li gorî zanyariyan şanda parlamentoya Tirkiyeyê piştî hevdîtina ligel Abdullah Ocalan vegeriyaye û çaverê ye ligel Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bicive.