PeyamaKurd- Di êrîşa çekdarî ya îro Yekşemê li Perava Bondi ya bajarê Sîdney a Awistralyayê de, 10 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku êrîşeke terorî ye. Hate zanîn ku êrîş di dema ku Cihûyan cejna Hanukayê pîroz dikir pêk hat.
Polîsê Awistralyayê ragihand ku di êrîşê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes (ku 2 ji wan polîs in) jî birîndar bûn.
Polîs diyar kir ku yek ji gumanbarên hatiye kuştin û rewşa yê din jî krîtîk e.
Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese got, "Dîmenên li Bondi gelekî xirab û cihê xemgîniyê ne. Polîs û tîmên bersivdana lezgîn li cihê bûyerê dixebitin ku birîndaran rizgar bikin. Ez bi hemû kesên bandor li ser wan bûye re me. Ez nû bi Komîserê Polîsê Federal ê Awistralyayê û Serokwezîrê NSW re axivîm. Em bi polîs re dixebitin û gava bêtir agahî werin piştrastkirin em ê agahiyên nû peyda bikin. Ez bang li mirovên li herêmê dikim ku guh bidin agahiyên polîs."