Li Kermanê êrîsî çekdarên Îranê hat kirin: 4 kes hatin kustin

Dîroka Weşanê :
Li Kermanê êrîsî çekdarên Îranê hat kirin: 4 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Kermanê ya başûrê rojhilatê Îranê, di encama êrîşeke çekdarî de ku li dijî hêzên polîs û îstîxbaratê pêk hat, 4 kes hatin kuştin.

Bûyer şevê din li ser rêya sereke ya Zahîdan-Fehrecê, li xaleke kontrolê ya li ketina bajarê Fehrecê qewimî. Komeke çekdar êrîşî xala kontrolê kir û bi hêzên ewlehiyê re ketin pevçûnê.

Derbarê nasnameya kuştiyan de zanyariyên cûda hene. Supaya Pasdaran ragihand ku di bûyerê de "3 polîs û welatiyekî sivîl" jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmî, kesên hatine kuştin 2 polîs û 2 efserên îstîxbarata leşkerî ne.

Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya êrîşê negirtiye stûyê xwe. Ev herêm ji ber sînorê xwe yê bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê re, dem bi dem dibe armanca êrîşên komên çekdar ên Belûç.