PeyamaKurd – Li paytexta Rûsyayê, Moskowê, di encama teqîna bombeyekê de ku di wesayîtekê de hatibû bicihkirin, fermandarekî payebilind ê artêşa Rûsyayê hat kuştin.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê piştrast kir ku kesê di êrîşê de hatiye hedefgirtin Lîtnant General Fanil Sarvarov e.
Sarvarov di nav Fermandariya Giştî ya Rûsyayê de wekî Serokê Daîreya Perwerdehiya Operasyonel erkdar bû. Hat ragihandin ku teqîn îro, roja Duşemê (22yê Kanûna Pêşîn) qewimiye û piştî bûyerê li herêmê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Rayedarên Rûsyayê guman dikin ku servîsên îstîxbarata Ûkraynayê ev êrîş pêk anîbe.