PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, piştgiriya Washingtonê ya ji bo xwepêşandanên ku li Îran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, ragihand.
Rubio di peyameke li ser hesabê xwe yê Xê de destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li pişt "gelê wêrek" e. Ev daxuyanî di demekê de tê ku li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber krîza aborî û daketina nirxa diravî, bi mîlyonan kes daketine kolanan.
Li gorî saziyên mafên mirovan, di encama midaxeleya hêzên ewlehiyê de heta niha herî kêm 51 kesan (di nav de 9 zarok) jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 2 hezar û 277 kes hatine girtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî hişyarî da ku ew rewşê ji nêz ve dişopîne, lê li aliyê din Rêberê Îranê Xamineyî gefa "şerê li dijî hêmanên wêranker" xwar.