PeyamaKurd – Balyoz û hem nûnerê DYAyê yê taybet bo Sûriyê Tom Barrack, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku li ser navê serokê DYAyê Donald Trump û wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio, li Şamê bi serokê Sûriyê Ahmed Şara, wezîrê karên derve Asad el-Şaybani û tîma wî re civiyaye, li ser rûdanên li Helebê û nexşerêya Sûriyê hevdîtin kiriye. Barrack got:
“Serok Trump, çaxa niha bo Sûriyê derfetekî girîng dibîne. DYA civakekî wisa li Sûriyê dixwaze ku tê de mafên Kurd, Ereb, Durzî, Xîrîstiyan, Elewî, Turkmen, Asûrî û pêkhateyên din hebe. Divê herkes weka hev be, di dezge û saziyên dewletê de cîh bigre.
Trump bi zanîn şans da Sûriyê ku pêşde here û givaşên ser Sûriyê rakir.
Hukumeta DYAyê pêvajoya guherînê baş dibîne, bo îstîqrar hebe, dezgeyên netewî ji nûh de ava bike, temamê Sûriyeyî di nav aştiyê de, bi ewlehî û xwesteka refaha wan bi cîh were, destekê dide hukumeta Şara.
Amerîka bo têkbirina IŞİDê destekê dide Sûriyê. Di nav hevkarên me de HSD heye ku ji serî de li hemberê terora DEAŞê bi me re şer dike û di nav ortaxiya me de ye.
Di vê çarçovê de, wê hukumeta Sûriyê mafê Kurda biparêze, yekîtiya Sûriyê temin bike û desthilata wê xwurt bike. Bo entegra HSDê, bo dezge û saziyên hukumetê, girêdana xwe ya bo peymana Adara 2025an ji nûh de ragihand.
Li Helebê pêşdeçûnên ku şertên peymanê dipirsîne gelek bi endişe ne. Em bang dikin temamê terefan dijminahiya xwe deynin rexekî û dagerin ser diyaloga peymana 10ê Adarê û 1ê Nîsana 2025an. Şiddet wê bike ku ji roja Esad çûye û heya niha çi bidestkeftin hebin, ji dest here û wê bibe sedema mudaxeleyên derve ku fêda wê ji kesekî re nîne.
Tîma wezîr Marco Rubio, di navbera hukumeta Sûriyê û HSDê de amadeye ku hêsankariyê bixe karê rêzdariya Sûriyê, ya dewletekî yekdengî biparêze û xwediyê yek artêşekî be û pêvajoya entegrasyonê pêş bixe.
Hedefa me Sûriyekî desthilat û yekgirtiye. Di nav xwe de lihevhatî bi cîranan re lihevhatî, temamê derfetên dadweriyê, wekheviyê bo xelkê xwe peşkeş bike.
Sûriye, bang dike cîranên xwe û civaka navdewletî ku bi vê vîzyonê destekê bidin, bi Sûriyê re hevkariyê bikin.”