PeyamaKurd – Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), bîlançoya giran a şerê du rojên dawî yê li Helebê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya OCHAyê, ji ber dijwarbûna pevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, nêzîkî 30 hezar malbat neçar mane ku malên xwe biterikînin û aware bibin.
NYyê her wiha ragihand ku di van rûdanan de heta niha 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 55 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de nîgeranî derbarê ewlehiya sivîlên ku di nava agir de asê mane, hat nîşandan.