Pentagon: Rejîma Îranê di dehsalên dawî de gihîştiye asta herî qels û nazik

Dîroka Weşanê :
Pentagon: Rejîma Îranê di dehsalên dawî de gihîştiye asta herî qels û nazik

PeyamsaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), di belgeya xwe ya nû ya "Parastina Stratejîk" de ragihand ku Îran ji ber windahiyên leşkerî û siyasî di rewşeke pir nazik de ye.

Di belgeyê de hat destnîşankirin ku rejîma Tehranê ji dehsalan zêdetir qelstir e û li hemberî destwerdanên derve xeternaktir bûye. Her wiha hat diyarkirin ku "Mihwera Îranî" (hêzên wekîl) di nava parçebûn û hilweşînê de ye.

Li aliyê din, Tehranê bi tundî bersiva van nirxandinan da. Karbidestekî Îranî ji Reutersê re ragihand ku ew di asta herî bilind a hişyariyê de ne û ji bo "senaryoyên herî xirab" amade ne. Îranê hişyarî da ku her cure êrîş dê wekî "şerê tevahî" were hesibandin.

Di vê navberê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir ku biryara her cure operasyoneke leşkerî bi tenê di destê Serok Donald Trump de ye û stratejiya wan a niha piştgirîkirina gelê Îranê ye.