Peyama Zelenskyy a Noelê: "Em ji bo Ukraynayê aştiyê dixwazin"

Dîroka Weşanê :
Peyama Zelenskyy a Noelê: "Em ji bo Ukraynayê aştiyê dixwazin"

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, di peyama xwe ya Noelê de diyar kir ku gelê Ukraynayê ji bo serxwebûna xwe şer dike û got, "Em ji bo Ukraynayê aştiyê dixwazin. Em ji bo wê şer dikin."

Zelenskyy peyamek vîdyoyî ji bo Noelê weşand.

Wî diyar kir ku divê her kes cejnê li malên xwe û bi aştî pîroz bike û destnîşan kir ku gel çar sal in ji bo serxwebûnê şer dike.

Zelenskyy tekez kir ku gelê Ukraynayê axa xwe, malbatên xwe, malên xwe û aştiya xwe diparêze.

Zelenskyy destnîşan kir ku gelek Ukraynî wê nikaribin cejnê li malê pîroz bikin û got, "Tevî hemî tengahiyên ku Rûsyayê aniye serê me, ew nikare tiştê herî girîng dagir bike an bombebaran bike. Ev dilê me yê Ukraynayî, baweriya me bi hev û yekîtiya me ye."