Qesra Spî: Vebijarkên Trump ên li ser Îranê hîn jî li ser maseyê ne

Dîroka Weşanê :
Qesra Spî: Vebijarkên Trump ên li ser Îranê hîn jî li ser maseyê ne

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî biryara Îranê ya rawestandina bidarvekirina 800 xwepêşanderan, vebijarkên leşkerî yên li dijî  rejîmaTehranê bi awayekî demkî da sekinandin.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavittê diyar kir ku tevî vê nermbûnê, hemû vebijarkên Amerîkayê hîn li ser maseyê ne û biryara dawî dê ji aliyê Trump ve were girtin.

Di qada dîplomatîk de, rayedarên rejîma Îranê hewl didin ku danûstandinên nukleerî ji nû ve bidin destpêkirin û tê payîn ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî li Davosê bi nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff re bicive.

Tevî ku Trump li ser medyaya civakî spasiya Îranê kir jî, Amerîkayê roja Pêncşemê hêzên zêdetir sewqî Rojhilata Navîn kirin.

Ev sewqiyat nîşan dide ku vebijarka desttêwerdana leşkerî hîn jî bi temamî ji rojevê nehatiye derxistin.