Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê mijara tevlîbûna HSDyê ya bo artêşê nîqaş kirin

Dîroka Weşanê :
Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê mijara tevlîbûna HSDyê ya bo artêşê nîqaş kirin

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack li Hewlêrê civiyan.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên  medya navneteweyî, Mezlûm Ebdî plan kir ku di vê civînê de pêşniyara entegrekirina hêzên HSDyê wekî sê firqeyên leşkerî di nav artêşa Sûriyeyê de bîne ser maseyê.

Armanca vê pêşniyarê cîbicîkirina "Peymana 10ê Adarê" bû ku di navbera HSD û hikûmeta li Şamê (Ehmed Şera) de hatibû îmzekirin.

Di civînê de her wiha entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser di nav avahiya dewleta Sûriyeyê de hat nirxandin.

Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack berê daxwaz kiribû ku alî bi rêya diyalogê peymanê pêk bînin.