PeyamaKurd- Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî bi boneya sersala nû gotarek pêşkêş kir û got, ew ji bo parastina rûmet û aştiyê daxwaza serxwebûna dikin.
Şêx Hecerî got ku wan êrîşên komkujiyê têk birine û diyar kir: "Ji bo parastina rûmet û aştiyê, li gorî yasayên navneteweyî û mafê çarenivîsê, me daxwaza serxwebûna xwe kir."
Hecerî piştgiriya tam da Kurdên Rojavayê Kurdistanê û got, "Em piştevaniya xwe ya tam ji bo mafên birayên xwe yên Kurd tînin ziman. Em destxweşiyê li birayên xwe yên li peravên Sûriyeyê dikin ji ber hişyarî û redkirina zilmê."
Herwiha Hecerî bal kişand ser rûxîna rejîma Esed û hikûmeta nû ya veguhêz û da zanîn: "Salek berê zordar (Beşar Esed) reviya û rejîma wî ya lewaz rûxiya. Li şûna wî pergaleke komên siyasî hat ku bi komên tekfîrî, paşmayên DAIŞê û biyaniyan re tevlîhev bûye."
Şêx Hecerî destnîşan kir ku wan ti cudahî di navbera rejîma berê û komên nû de nedîtiye û wiha pê de çû: "Di vê qonaxa veguhêz de, me ti cudahî di navbera karesatên rejîma zordar û karesatên komkujiya komên nû de nedît, tenê di nav û şêweyê de nebe."
Rêberê Durziyan got: "Karesata 'Tîrmeha Reş' bi serê me de anîn; komkujî kirin, mal şewitandin, milkên sivîlan talan kirin û destdirêjî li namûs û kevneşopiyan kirin."
Wî diyar kir ku hîn jî bi hincetên ewlehiyê rê li ber vegera wan a gundên wan tê girtin û da zanîn ku ew paşve gavê navêjin: "Ez daxwazê ji hemûyan dikim ku yekdeng bin. Birîna me hîn kûr e, zarokên me hatine revandin û winda ne, topbaran berdewam e û em ji hemû aliyan ve hatine dorpêçkirin."
Hecerî hişyarî da ku divê kes bazirganiyê bi mafên wan neke û wiha axivî: "Kî alîkarî û qûta xelkê bidize, yan bertîlê bixwe yan jî dest deyne ser milkên giştî û taybet, ti cudahiya wî ji terorîstan nîne."
Şêx Hecerî behsa rewşa pêkhateyan jî kir û got: "Em sorkirina mezhebî û komkujiya kêmîneyan şermezar dikin. Tiştê ku li Hums û kinarên deryayê li hemberî birayên me yên Elewî û Mesîhî tê kirin, tenê wêraniyê ji herêmê re tîne."
Rêberê Durziyan di dawiya axaftina xwe de spasiya welatên ku qedrê hewlên wan digirin kir û got: "Silav ji bo dewleta Îsraîlê, hikûmet û gelê wê û hemû wan dewletên zilhêz ku qedrê hewlên me digirin. Em dê ji bo her kesê ku alîkariya me bike wefadar bin."