PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi dorpêçkirina Venezuelayê, "korsanî û dizî" li Deryaya Karayîbê vejandiye.
Berdevk Marîa Zaxarovayê ev rewş wekî "bêqanûniyeke temam" pênase kir û hêviya xwe anî ziman ku Serok Trump di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de çareseriyekê bibîne.
Zaxarovayê her wiha tekez kir ku Rûsya ji bo parastina serweriya neteweyî, piştgiriyeke tam dide hikûmeta Nicolas Maduro û aramiya Venezûelayê.