Hewlêrê û Ozbekistan ji bo bipêşxistina aboriyê peymanek îmze kirin

Dîroka Weşanê :
Hewlêrê û Ozbekistan ji bo bipêşxistina aboriyê peymanek îmze kirin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya BasNewsê, di navbera Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Ozbekistanê de ji bo xurtkirina têkiliyên aborî û pîşesaziyê protokoleke têgihîştinê hate îmzekirin. Ev peymana ku di 24ê Kanûna Pêşîn a 2025an de hate îmzekirin, armanc dike ku derfetên bazirganî yên di navbera her du aliyan de berfirehtir bike.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Ozbekistanê Davron Vaxabov di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew amadekariyan dikin ku sala bê pêşangeheke berhemên Ozbekistanê li paytext Hewlêrê vekin. Vaxabov kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Hewlêrê anî ziman û bi fermî bang li Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê kir ku serdana Ozbekistanê bikin da ku peywendî bêtir kûr bibin.

Di çarçoveya vê hevkariyê de, Ozbekistan amade ye ku di gelek sektorên girîng ên wekî elektronîk, înşaet, sifir, pembû, zêr, otomobîl, geştiyarî, çandinî û pîşesaziya xwarinê de bi Herêma Kurdistanê re kar bike. Her du alî bawer dikin ku ev protokol dê deriyên nû ji bo veberhênanan veke, nemaze di warên teknolojiya avdanê û hilberîna keresteyên avakirinê de ku her du herêm xwedî potansiyeleke mezin in.