PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Rêveberiya Serokatiya Rûsyayê Maxim Oreshkin diyar kir ku nûnerên welatên "ne dostane" di Lûtkeya Rêberên G20 de hevkariyê pêşkêşî Rûsyayê kirine.
Li gorî raporên medyaya Rûsyayê, Oreshkin piştî Lûtkeya Rêberên G20 li Johannesburg, Afrîkaya Başûr, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Oreshkin, serokê şandeya Rûsyayê diyar kir ku lûtke berhemdar bû û ew ji encamên wê razî bûn.
Oreshkin diyar kir ku wan di dema lûtkeyê de bi nûnerên welatên dostane re danûstandinên avaker kirin û got:
"Lêbelê, hin welatên ne dostane pêşniyarên berbiçav ên hevkariyê bi Rûsyayê re di derbarê pêşxistina têkiliyên aborî û projeyên hevbeş de kirin. Hejmara welatên ku me li ser van mijaran nîqaş kirine ne yek an du ye."
Maksim Oreshkin derbarê welatên "ne dostane" yên ku ew bi wan re civiyane de agahî neda.