Rexneyên giran li Washingtonê: Trump hevalbendên xwe yên Kurd avêtin ber guran

Dîroka Weşanê :
Rexneyên giran li Washingtonê: Trump hevalbendên xwe yên Kurd avêtin ber guran

PeyamaKurd – Siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Sûriyeyê de li Kongreya Amerîkayê bû sedema bertekên tund.

Kongresmenê Demokrat Frank Pallone, Trump bi "bêwefatiyeke mezin" tawanbar kir û ragihand ku Washingtonê bi vê gava xwe "hevalbendên xwe yên herî nêzîk avêtin nav guran."

Pallone destnîşan kir ku ev nêzîkatî ne tenê li hemberî Kurdan, lê li dijî ruhê hevpeymaniya NATOyê jî xetereyeke mezin e.

Li aliyê din, endamê Meclîsa Nûneran Josh Gottheimer hişyariyeke tund da hikûmeta Şamê û destnîşan kir ku parastina Kurdan û ewlehiya zindanên DAIŞê ji bo Amerîkayê "xetên sor" in.

Gottheimer gef xwar ku heger çekdarên Sûriyeyê operasyonên xwe yên leşkerî ranewestînin, dê bi cezayên aborî yên pir girantir re rûbirû bimînin.

Di heman çarçoveyê de, Senatorê berê Rick Santorum jî bal kişand ser qehremaniya Kurdan a di şerê dijî DAIŞê de û modela wan a demokratîk wekî mînakeke serkeftî li herêmê pênase kir.