PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Neteweyî ya Şîeyan, Muqteda el-Sedr, piştî guherînên leşkerî yên li aliyê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, hişyarî da ku dibe valahiyên ewlehiyê rê li ber vejîna tundrewiyê vekin.
Sedr daxwaz kir ku tedbîrên ewlehiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê- Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê werin zêdekirin û piştgiriyeke xurt a lojîstîkî ji bo leşkeran were peydakirin.
Sedr di daxuyaniya xwe de pênc xalên sereke destnîşan kirin; di nav de xurtkirina hevahengiyê di navbera saziyên îstîxbaratî û leşkerî de û ji nû ve birêxistinkirina refên Heşdî Şebî hene.
Rêberê Şîe tekez kir ku parastina sînor ne tenê bi çekan, lê bi peydakirina xwarin, derman û sotemeniyê ji bo hêzên çekdar pêkan e.
Wî her wiha bang kir ku divê nakokiyên siyasî nebin sedema paşguhkirina ewlehiyê.